Kîjan welatan Dewleta Fîlîstînê nas kirin?

Piştî ku Fransa, Belçîka, Luksembûrg û Maltayê li Civata Giştî ya 80'emîn a Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku ew Dewleta Fîlîstînê nas dikin, li Ewropayê piraniya welatan helwesteke bi vî rengî nîşan dan.

Rojek beriya ragihandina naskirinê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Qraliyeta Yekbûyî û Kanadayê li nava G7'an bû welatên destpêkê ku ev gav avêtin. Awûstralya û Portkezîzê jî heman biryar wergirtin.

Li nava 193 welatên endamên NY'yê herî kêm 151 welatan, yanî ji sedî 80 ê endaman Dewleta Fîlîstînê bi fermî nas dikin. Di nava van welatan de Rûsya, cîhana Ereb, temamiya Efrîka, piraniya welatên Latîn Emerîka û li Asyayê Çîn û Hindistan hene.

Welatê destpêkê yê ku dewleta Fîlîstînê nas kir Cezayîr bû ku 15'ê Mijdara 1988'an heman piştî îlana Yaser Arafat ev biryar dabû.

Dema dawî, piştî ku Îsraîlê li hemberî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmeha 2023'an dest bi şerê li Xezeyê kir 19 welatên din biryara naskirinê dan.

WELATÊN KU NAS NAKIN

Herî kêm 39 welat Dewleta Fîlîstînê nas nakin. Di serî de DYE û Îsraîl, Japonya Koreya Başûr, Sîngapûr, Kamerûn, Panama û welatên Okyanûsê nas nakin.

Li Ewropayê jî Îtalya û Elmanya li ber naskirina Fîlîstînê radibin. Swêd (2014), Norwêc, Spanya, Îrlanda, Slovenya û herî dawî jî Fransa û Qraliyeta Yekbûyî Dewleta Fîlîstînê nas kirin.